Kompanîya SpaceX ku xwedîyê wê trilyonêrê Amerîkî Elon Musk e, ragihand ku wê fîrma Anysphere, xwedîya alav û şiyanên kodkirina bi hişberîya çêkirî (AI) ya navdar Cursor, bi bihayê 60 milyar dolarî bikire.
Ev gav wekî beşek ji planên Musk û SpaceX ên mezinbûn û xweberfirehkirinê di bazara AI ya bazirganîyê de tê dîtin.
Cursor, ku di sala 2022’an de hate damezrandin, bi alîkarîya AI kodkirina otomatîk dike û di nav pêşvebirin û pêşketina di warê AI de gelek navdar bûye. Li gor daneyên kompanîyê, dahata salane ya Cursor niha gihîştîye nêzîkî 2.6 milyar dolarî.
Ev daxuyanî tenê çend rojan piştî ku Musk fîrma xwe ya roket-ber-AI di pêşandana borsaya Nasdaq de ji raya giştî re eşekere kir. Buhayê fîrmê ji 2 trilyon dolarî zêdetir bûye û bi wê yekê bûye yek ji kompanîyên herî nirxdar ên cîhanê.
SpaceX got ku ew hêvî dike ku yekkirina kompanîya nû bi SpaceX re di çarêka sêyem a 2026'an de biqede.
Ev çend meh in SpaceX çavê xwe danîye ser kirîna fîrma Cursor. SpaceX di Nîsanê de gotibû ku wan plana kirîna Cursor ku bingeha wê ya sereke li San Francisco bi 60 mîlyar dolarî di dawîya vê salê de bikire, an jî 10 mîlyar dolar bide ji bo ku bibe hevparê SpaceX’ê.