Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elon Musk Dibe Yekem Trîlyonêrê Cîhanê

Milk û samanên karsazê navdar Elon Musk êdî gihîştîye nêzîkî 1.1 trîlyon dolar ku hema duqat ji dahatê aborî yê Îran, Îraq û Sûrîyê bi hev re zêdetir e.

Kompanîya SpaceX a Elon Musk roja Înê beşên xwe li Borsaya Nasdaq vekir. Nirxê cihgir ê her yek ji van beşan 135 dolar e, ku nirxê wê yê giştî digihîje dora 1.77 trîlyon dolarî.

Li gor çavkanîyên Wall Street, beşên SpaceX di dawîya Înê de bi rêjeya 19% zêde bûn. Ev yek wekî nîşaneke xurt a bawerîya weberhêneran di sektorên satelît û hişberîya çêkirî (AI) de tê dîtin. SpaceX di van herdu qadan de dixebite.

Piştî performansa xurt a SpaceX li bazara Nasdaq, çavdêrên aborî nirxê giştî ya samanên Elon Musk li SpaceX bi 766 milyar dolar û li Tesla bi 280 milyar dolarî texmîn kirin.

Li gor kovara Forbes, samanên Musk niha bi qasî 1.1 trîlyon dolarî ne.

Milk û samanên kesane yên Musk ji samanên bi hev re yên pênc milyarderên herî dewlemend ên cîhanê û GDP'ya navînî ya Taywan, Îrlanda û Swêdê zêdetir e.

Li gor Banka Cîhanî, GDP'ya navînî ya Îraqê bo sala 2024'an nêzîkî 280 milyar dolar bû, ya Îranê jî 475 milyar dolar û ya Sûrîyê bo sala 2022'an nêzîkî 23.6 milyar dolar bû. Samanên Musk hema hema duqat ji GDP'ya navînî ya her sê welatan bi hev re ye.

Musk bi eslê xwe ji Afrîkaya Başûr e lê di sala 2002'an de bûye welatîyê Amerîkayê û niha li bajarê Boca Chica li wîlayeta Teksasê dijî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG