Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sitranbêjê Brîtanî Elton John Alavên Xwe yên Taybet Xist Mezadê


Britain Elton John
Britain Elton John

Stêrka muzîka cîhanî Elton John li mezadgeha Christie's li New Yorkê hin tişt û alavên xwe yên kesane daxist mezadê.

Di nav tiştan de pêlavên wî yên ji çerm û rengên zîv ku taybet bûn bi konsertên wî, piyanoyeke mezin û tabloyeke hunermendê naskirî Banksy yê hunera dîwarên kolanê cih digirin.

Mezadgehê Pêncşemê ragihand ku piraniya tiştan ji mala John ya berê li bajarê Atlanta tên, ku ew xaniyekî li ser Peachtree Road ku vê dawiyê hat firotin.

Christie's ji 21'ê Sibatê ve dest bi firotina dike 8 tiştên John yê 76 salî dike. ku bi firotin him bi rêka kesayetî, him jî ser înternetê tê kirin. Di nav wan de hejmareke mezin ya cilên wî yên marka Versace û tabloyeke portrê ya John heye ku beşek e ji dekora malê. Ew tablo ji aliyê hunermend Julian Schnabel ve hatiye çêkirin.

John, ku di sala borî de gera xwe ya xatirxwestinê bi dawî kir, di heman demê de cil û bergekî xemilandî bi kevirê glam ji qiloçê fîl û zêr çêbûye ku yê destpêka salên 1970'an de ji hêla Annie Reavey ve hatî afirandin. Herwiha wêneyên fotografî wekî Richard Avedon û Helmut Newton pêşkêşî dike.

Di heman demê de karên hunermend Andy Warhol, Keith Haring, Robert Mapplethorpe û Damien Hirst jî hene.

Tash Perrin, cîgirê serokê Christie's Americas, got ku "Ev berhevoka bêhempa ne tenê komeke tiştên balkêş yên ku jiyan, kar û hunera bêhempa ya Elton nîşan dide, lê di heman demê de ji bandorek mezin li ser kiryarên me dike ku bandora girîng ya bajarê Atlanta li wî kiriye nîşan dide,"

John ev berhevok bi hevjînê xwe David Furnish re berhev kiriye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG