Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîn Ebdo: Huner Bû Nasnama Minî Kurdî û Min Xwe bi Wê Da Nasîn


Hunermendê şêwekar Emîn Ebdo, yek ji hunermendên pêşîn e ku hunera bedew li Dîmeşqê xwend û bi awayekî akadimî behreya xwe ya hunerî li pêşxist û bi rêvedibe ta roja îro.

Ji ber ku nasnameya kurdî li Sûriyê qedexe bû, kesekî nikarî bû bi eşkere kurdiîtiya xwe diyar bide, lê belê hunermend û nivîskarên kurdan bi huner û berhmên xwe ew nasname parastin û dan pêş.

Emîn Ebdo, ji destpêka xwe ve, xwest ku nasnama xwe ya kurdî di berhemên xwe de diyar da.

Di sala 1958an de li bajarê Qamişlo ji dayik bû.

Ji sala 1975'an ve, dest bi çalakiyên hunerî kir.

Sala 1979'an ta sala 1985'an xwendina hunera bedew li Dîmşqê qedand.

Li Qamişlo dijî, di nava xwen û xeyalên xwe de, bi rengên xwe hemû jar û êşên xwe tîne ziman. şêwaza wî ya derbirînî li ser bengehên rengîn ava bûye, û bi matîvên kurdî rengekî taynet da kevala xwe.

Beşdarî gellek pêşangehan bûye li nava welêt û dervî wê jî.

Nuha mamosteyê hunera bedew e di zanîngeha Rojava de li Qamişlo.

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:02 0:00

XS
SM
MD
LG