Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

EMA Ser Vaksîna Johnson & Johnson Dibêje Rîska Wê ya Tîrkirina Xwînê Pir Hindik E


Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) dîyar kir dibe ku peywendîya vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson û tîrbûna xwînê ya kêm caran çêdibe hebe.

EMA da zanîn ku ewê rê li ber karanîna vaksîna Johnson & Johnson negirin.

Li gor daxuyanîya EMA, faydayên vaksîna Johnson & Johnson çêdike, wek ya AstraZeneca ji zararên wê pirtir in.

Derbarê tîrbûna xwînê, EMA dîyar kir ku ew kêm caran tê dîtin û da zanîn ku ew rîsk ‘’pir hindik’’ e.

EMA da zanîn ku ewê lêkolînên ser vaksînan bidomînin û wan ragihînin.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen ser biryara EMA ya derbarê vaksîna Johnson & Johnson razîbûna xwe got.

Von der Leyen dîyar kir ku biryara EMA bo kempeyna vaksînê ya li Ewrupa ‘’xebereke rind’’ e.

Sazîyên saxlemîyê yên Amerîka, jiber tîrbûna di xwînê de xwestibûn ku karanîna vaksîna Johnson & Johnson raweste.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG