Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê MSD'ê Osman: Koçberên ku ji Herêmên Bin Kontrola Me Ne Dikarin Vegerin Warên Xwe


Piştî gera dewrîyên hevbeş yên Amerîkî-Tirkî ya ku di pêkanîna mekanîzmaya ewlehîya sînorê di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de gava sêyê ye.

Gava yekê ya vekişandina hêzên YPG’ê, YPJ’ê bi çekên xwe yên giran, pûçkirina amadekarîyên şer yê YPG’ê li seranserê devera armanckirî li ser sînor bû.

Gava duyê bicîhkirina hêzên xwecîhî anku meclîsên leşkerî yên sivîl in. Di gava sisêyan de, dewreyên Tirkî-Amerîkî li herêma sînorî ya navbera Girêspî û Serêkanîyê gerîyan.

Berdevikê Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Emced Osman dibêje ku rê li ber koçberên ji herêmên Rêvebirîya Xweser ku li dervayê welat in, vekirî ye.

"Gerek e vêkolînek bo mekanîzmaya vegera koçberên Sûrî yên gelê herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê hebe. Merceke wan ya serekî ya bo vegera şênîyên resen bo herêmên wan heye û jiber ev daxwaz mafdar e, Amerîka jî li ser erê kir da ku rê li ber hewildanên Tirkî bo guhertina demografîk bigire.”

Osman, hember planên Tirkîyê nerazîbûna xwe dîyar dike ku dixwaze hemî Sûrîyên li nav Tirkîyê vegerîne herêmên bin kontrola wan.

"Daxwaza Tirkîyê ya vegerandina hemû koçberan li herêmên bin kontrola me nehat pejirandin jiber ku ev gav sîyaseteke ber bi pêkanîna guhertina demografîk e û tenê xizmeta ajendayên naskirî dike".

Osman bi berdewamî dibêje ku pêwîst e meclîsên leşkerî yên xwecîhî yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê werin perwede kirin.

"Ger meclîsên leşkerî yên xwecîhî bi rekûpêkî werin perwerde kirin, ewê bikaribin erka xwe ya girêdayî parastina ewlehîya sînor bi serketî bi cîh bînin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00


XS
SM
MD
LG