Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emirates: Jinûve Domandina Hemî Firinan Heta Çar Salên Din Bigire


Serokê kompanîya Emirates Airlines Tim Clark îro Duşemê got ku jinûve domandina hemî firînên wan, ku jiber vîrusa korona hatine sekinandin, heta çar salên din bikşîne.

“Bi nêrîna min di sala 2022/23, 2023/24 de emê bibînin ku jîyan wê bizivire asta normalê û Emirates jî hemî firînên xwe, wek berî derketina korobayê bidomîne,” Clark got.

Wî herwiha got ku ger heta destpêka sala 2021’ê vaksînek (derzi/perpûn) were dîtin, hîngê sektora rêwîtîya esmanî heta havîna sala pêş dikare rabe ser xwe.

Kompanîya Emirates Airlines ya bingeh li Dubaî, berî pandemîya korona li 83 welatên cîhanê ji 157 bajaran re difirî, lê di Adarê de firînên xwe gîş rawestandibûn.

Rêvebirîya Emirates berê jî ragihandibû ku rewşa ku ew tê de ye, rewşa herî dijwar ya 35 salên borî ye û ew neçar e ku dawî li karên hîn pirtir xebatkaran xwe bîne.

Clark da zanîn ku rêwîyên wan li hindurê firokan wê bi berdewamî mask û lepikan bi kar bînin.

XS
SM
MD
LG