Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Emmy jiber Greva Hollywood Tên Paşxistin


Arşîv
Arşîv

Akademîya Televîzyonê û tora weşanê ya Fox roja Pêncşemê ragihand ku merasîma 75'an ya Xelatên Emmy hatiye paşxistin, ji ber berdewambûna greva nivîskar û akterên Hollywoodê li hember kiryarên studyoyên mezin.

Li gor biryara nû, helkefta Xalatên Emmy dê êdî di 15'ê meha yekê sala 2024'an pêk were.

Berî nuha biryar hatibû standin ku xelatên Emmys di 18'ê Îlonê de li ser kenala Fox werin weşandin û berendamên jibo xelatên herî bilind di televîzyonê de di Tîrmehê de hatibûn ragihandin.

Rêzefilma "Succession" ya HBO di rêza pêşî de ye wekî namzet ji bo wergirtina xelata Emmy. Ev kar çîroka malbatekê dibêje û nakokiyên di nav malbatê de ji bo desthilat û kontolkirinê dîyar dike. Herwiha rêzefilma "The Last of Us" ya HBO jî di pêşbirka wergirtina xelatê de ye.

Hin rêzefilimên din jî hene ku di vê pêşbirkê de hene wekî: "Game of Thrones" "House of the Dragon", "The White Lotus" û rêzefîlma Star Wars "Andor."

Xelatên Emmy dê di 15'ê Çileyê de li ser kenala Fox ji Şanoya Peacock li Los Angeles bi awayekî zindî werin weşandin.

Jêder: Reuters/Ajans

XS
SM
MD
LG