Lînkên eksesibilîtî

Amerîka û Ewrupa Encamên Hilbijartina Venezuela Napejirînin


Li Venezuela, hilbijartina endamên meclîsa damezrîner li dar ket. Li gor encama hilbijartinê, Partîya Soyalîst ya li desthilatê, 545 kursîyên di meclîsê de giş bi dest xistin.

Meclîsa nû, dikare kongresa di bin kontrola opozîsyonê de fesh bike û karmendên dewletê yên nêzî opozîsyonê ji kar derxîne.

Komîsyona Hilbijartina Venezuela dîyar kir ku 8 mîlyon kes deng dane û rêjeya beşdarbûna hilbijartinê 41,5 ji sedê ye.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro, di axaftina xwe ya serketinê de da zanîn ku ji Şoreşa Bolivar, ku 18 salên berê pêk hatibû, cara yekê ye ku ewqas kes beşdarî hilbijartinê dibin.

Maduro bi berdewamî dîyar kir ku yek ji karên pêşî yên meclîsa nû dê jinûve sazkirina pergala serozgerîyê ye. Serdozger Luisa Ortega, yek ji kesên girîng yên dijî meclîsa damezrîner bû.

Wezareta Navxweyî yê Venezuela ragihand ku di roja hilbijartinê de, 10 kes di bûyerên tundûtûjîyê de hatine kuştin, lê opozîsyonê got ku ew hejmar 14 kes e. Di çar mehên dawîyê de, 120 kes li Venezuela hatin kuştin.

Rêberên opozîsyonê didin zanîn ku ew encamên hilbijartinê napejirînin û gel vedixwînin protestoyan.

Yek ji rêberên pêş yên opozîsyonê Henrique Capriles dîyar kir ku ewê meclîsa nû nikaribe ti kêşeya Venezuela çareser bike.

''Meclîsa nû ewê krîzan pirtir bike. Di têkoşîna me de serdemeke nû destpê dike.''

Bîragiştî ya navneteweyî jî dijî hilbijartinê bertekan nîşan dide. Amerîka da zanîn ku hilbijartina Venezuela ''sextekarîyek'' e û ewê di ser petrolê re li dijî wî welatî toleyan ragihîne.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley li ser sosyal medya got ku dengdana li Venezuela ''gaveke din ber bi dîktatorîyê ve'' ye û dîyar kir ku ewê hikûmeteke ne rêwa nas nekin.

Ji Arjantîn heta Meksîka gelek welatên Amerîka Latîn dan zanîn ku ew encama hilbijartinê napejirînîn. Yekîtîya Ewrupa jî hikûmeta Venezuela şermezar kir.

Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE), dîyar kir ku hêzên dewleta Venezuela roja hilbijartinê hêza zêde karanîye û ewê encama hilbijartinê nas nake.

XS
SM
MD
LG