Karbidestên hilbijartinên Aganistanê encamên fermiyên hilbijartinên parlemanî jibo hemî walatî ragehandin, tinê wîlayetek nebit.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartianan roja Çarşembî ragihand ku encamên wîlayeta aloza Gaznî li ber şikayetan, hêş maye zelal bibin.
Encamên dengdana 18’ê meha neh, biryar bû li meha 10 bihêne ragihandin, lê li ber lêkolîn û lêpirsîna li hezaran sikalayên firtûfêlan hatine paşde xistin.
Wê komisyonê roja Çarşembiyê ragihand ku sê kandîdên din yên serkeftî hatine ladan li ber karê firtûfêlan, bi wê çendê hijmara kesên hatiye labirin gehişte 24 kesan. Karbidestan herwesa çarêka sercem 5.6 milyon dengan li ber destkariyê pûç kirin.