Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Îslamî li Endonezya Kêmanîya Çînî Dike Armanc


Bextîyar Nasir
Bextîyar Nasir

Rêberê rêxistina Îslamî ya li Endonezya, Bextîyar Nasir ji Reutersê re got ku kêmanîya Çînî li wî welatî pirsgirêke mezin e.

Nasir ku bi bandora xwe, neçar kiribû walîyê Krîstîyan yê paytaxt Cakarta dest ji kar berde, planên xwe yên nû eşkere kirin ku kêmanîyên etnîkî dike armanc.

Wî got ku dewlemendîya Ezndonezya ji alîyê kêmanîya Çînî ve tê xwedî kirin û divê ew yek bi polîtîkayên nû werin guhertin û ew zengînî bigeheje Endonezîyan jî.

Nasir herwiha got ku berhemkarîya bîyanî, taybetî jî ya ji Çînê bi giştî alîkarîya civata Endonezî nekiriye.

"Kêşeya herî mezin Endonezîyên Çînî ne. Wiha xuya ye ku tevî dewlemednîya xwe, ew bi destvekirî û rêwayî nabin tevnagerin."

Şîroveyên Nasir, reng e girjî û alozîya heyî li Endonezya ku mezintirîn welatê Misilman yê cîhanê ye, hîn jî kûrtir bike.

Endonezîyên Çînî 5 ji sedê nîfûsa wî welatî pêk tînin, lê piranîya dewlemendîya Endonezya kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG