Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Endonezya Hejmara Kuştîyan Zêde Dibe


Li Sulawesi ya Endonezya hejmara kesên jîyana xwe jiber erdhejê û tsunamîya li dû wê dane, zêde dibe.

Xebatên bo xelaskirina kesên di bin kavilan de mane didomin.

Karbidestên Endonezya dîyar dikin piştî erdhej û tsunamîyê li gelek cîhan xetê elektrîkê qut bûye û ew bi jenaratoran dixebitin.

Medya Endonezya radigihîne ku hejmara kuştîyan 1200 derbaz kiriye, lê li gor daxuyanîya fermî 832 kes jîyana xwe ji dest dane.

Jiber fikara belavbûna nexweşîyan, bo binaxkirina terman dê îro Duşemê gorên komî werin kolan.

Serokê Endonezya Joko Widodo rê li ber hikûmetê vekir ku alîkarîya navneteweyî bipejirîne.

XS
SM
MD
LG