Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Endonezya Widodo Wê Serdana Kîev û Moskowê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Endonezya Joko Widodo, ku bo welatên G20 jî rêberîyê dike, wê di rojên pêş de serdana Moskow û Kîevê bike.

Widodo ku bi navê Jokowi tê zanîn, wê ji karbidestên Rûsî û Ukraynî bixwaze ku dest bi danûstandinên aştîyê bikin.

Ewê herwiha hewil bide ku jibo vekirina rêkên derxistina genim û dexilan çareserîyekê bibîne.

Jokowi bal dikşîne ku jiber şerê Rûsya û Ukrayna li seranserê cîhanê krîza xwarin û enerjîyê çêbûye û gelek welat bi enflasyona bilind re rûbirû mane.

Ew dîyar dike ku ewê bo daxistina buhayên xwarin û enerjîyê li ber xwe bide û li rêkên danûstandinê binêre.

Karbidestnên Endonezî dibêjin ku divê ji Ukrayna korîdoreke dexilan vebe ku berî şer Endonezya piranîya gênim ji wî welatî dikirî.

Jokowi dê piştî civîna G7 dê here li Kîevê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bicive û dê li Moskowê jî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re kom bibe.

Wî dîyar kir ew dê ji Serokê Rûsya Putin bixwaze ku agirbestê qebûl bike.

Medya Endonezya bernameya Jokowi eşkere nekir, lê medya dewletê ya Rûsya dibêje ku ew dê roja Pêncşemê serdana Moskowê bike.

Jokowi dê di meha Mijdarê de bi Hilcivîna G20 li Balî mazuvanîyê bike.

Serokên hin dewletan dibêjin ger Putin beşdarî civînê bibe ewê civînê boykot bikin, lê Jokowi bang li hemî alîyan dike ku aşt bin û bo aramîyê tevî ku Ukrayna ne endam e jî ew vexwend hilcivînê.

XS
SM
MD
LG