Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Serdana Lêkolîngeheke Enerjîya Jinûvekirî li Koloradoyê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşemê li eyaleta Koloradoyê serdana lêkolîngeheke enerjîya jinûvekirî kir ku plana xwe bo Amerîkayê pêş de bibe.

Serok Biden ji bo pêşniyara xwe ya enerjîya paqij li rê û rêbazan dinêre ku ew çawa alîkarîya li dijî guherîna jingehê bike û di siberojê de ewê bibe bingeha karên baş.

Biden dibêje, "pêşyaseya me ya bi hevkarîya herdu partîyan wê bibe firehtirîn veberhênana federalî. Bi wî awayî emê bikaribin bi bêtir enerjîya jinûvekirî, karên baş ava bikin. Emê veberhênana otobusên elektrîk, veguhestina civakî bikin."

Serdana li navenda Lêkolîngeha Netewî ya Enerjîya Jinûvekirî li bajarê Denver di nav du rojên sardana rojavayê welat de pêk hat. Biden dibêje ku tiştên bi destên mirov ve çê dibin, dikarin dîsa jî bi destên wan ve çareser bibin.

XS
SM
MD
LG