Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) îro Pencşemê rêjeya enflosyanê ya salane ya Tirkîyê wek jî % 85.51 dîyar kir , ku di Cotmehê de derket asta herî bilind ya 24 salên dawî.
TUÎK’ê hevdem rêjeya enflosyanê ya meha Cotmehê jî wek jî % 3.54 ragihand.
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî wek alternatîf li gor pêzanînên xwe enflosyana meha Cotmeha 2022’an û salane îro dîyar kir, koma ku ji aborîzan û akademîsyenan ve pêk tê.
ENAG jî dibêje ku enflasyona mehane di Cotmehê ji % 7,18 e û herwiha enflasyona salane jî giheştiye ji % 185,34 e.’an.
TUÎK’ê herwiha ragihand ku zêdebûna herî bilind jî bi rêjeya ji % 117.15’an di pişeşazîyê veguhestinê de pêk hatiye.
Li gor pêzanînên TUÎK’ê di Cotmehê de herî zêde buhayên kincan bi bi rêjeya ji % 8.34 bilind bûne, li dû wê jî buhayên xwarinê ku ji % 5.09 zêde bûne. Dîsa, buhayê tiştên malê ku ji % 4.38 zêde bûne.
TUÎK’ê herwiha ragihand ku buhayê pişeşazîyê veguhestinê ku benzîn jî di nav de ye, ji % 117.15 bilind bûye û buhayê xwarinê ji % 99,05 û alavên malê ji % 93.63 zêde bûne.
Hat ragihandin ku endeksa buhayê hilberînerê ya navxweyî di meha Cotmehê de ji % 7.83 zêde bûye û ya salane giheştiye zêde bûna ji % 157.69’an.
Tirkîye bi enflasyona salane ya ji % 85.51’an di cîhanê de welatê şeşa ye ku xwedî enflasyona herî zêde ye.
Berîya Tirkîyê, Venezuela (ji % 114), Sûdan (ji % 117), Sûrîye (ji % 139), Lubnan ( % 162) û Zîmbabwe (ji % 269) hene. Di nava Welatên G20’an de jî enflasyona herî zêde li Tirkîyê heye.
Pispor dibêjin ku enflasyona salane ya Tirkîyê , hinekî li jêrê pêşbînîyê derketiye jiber ku banka navendî tevî zêdebûna buhayan rêjeya faîza xwe kêm kir.