Lînkên eksesibilîtî

Dewreyeke Nû ya Enîya Kurdan li Şehba Temam Bû


Hêza Enîya Kurdan (Jebhet el-Ekrad) ku beşek ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HDS) ye, bi merasîmeke taybet dewreyeke nû ya şervanên taybet yên bi çekên giran qedand.

Di dewreya ku 45 rojan dom kir de, 50 şervan ji tugaya Şehîd Ebdo Mesrû der çûn, şervanan perwerdeya bîrdozî û leşkerî derbaz kirin û li ser karanîna çekên giran hatin perwerde kirin.

Yek ji fermandarên Hêza Enîya Kurdan, Xebat Şêxanî di merasîmê de ji Dengê Amerîka re axifî:

"Me dît pêdivîya gelê Şehba bi mîlîtan û şervanên dikanin wan biparêzin heye. Loma me ev dewreya taybet amade kir ku şervanên me bikanin çekên giran bi kar bînin". Piştî perwerdê ev hêz derbazî paratîkê dibe û armanca şervanan e deverên dagîrkirî li Şehba rizgar bikin."

Wî da zanîn ku di nav refên hêza wan de hemû pêkhateyên Sûrîyê hene û ev tugaya îro der çû dê bibe bersîva hêvîyên gelê Şehba û dijî her êrîşekê parastina wan bike."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hêza Enîya Kurdan di sala 2012'an de hat damêzrandin û Kurd, Ereb û Tirkmen tê de cîg digirin. Wê di destpêka vê mehê de damêzrandina foca xwe ya leşkerî ya yekê, Foca Rustem Ekrad ragihandibû.

XS
SM
MD
LG