Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ENKS Bersiva Serokê Îtîlafa Sûriyê Dide


Arşîv: Hejmarek Endamên Serokatiya ENKS û PYNK ligel Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî
Arşîv: Hejmarek Endamên Serokatiya ENKS û PYNK ligel Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê daxwaza Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî de derxist ku wî bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû destwerdanê di hin navçeyên din de jî bike û deverên din ên Kurdî jî dagir bike.

Endamê serokatîya ENKS Nimet Dawid ji Dengê Amerîka re daxuyanî da û bersiva Nesir el-Herîrî da. Di daxuyanîya birêz Dawid got "Vexwendina Serokê Îtilafê Nesir Elherîrî ji Tirkan re ku derbasî xaka Sûriyê bibin ne tenê bê helwstbûneke welatparêzîye, lê belê xaka Sûrî bi giştî dide ber bazarê. Encûmena Niştîmanî Kurdî di daxwiyaniyeke fermî de Ev helwest red kir."

ENKS ku beşek ji Îtîlafê ye, diyar jî dike ku ev daxwaz berovajî armancên Îtîlafê ne, lewma ev tiştê ji Herîrî derket nêrîna wî ya kesane ye û ENKS wê red dike.

Nimet Dawid Endamê Serokatîya ENKSê
Nimet Dawid Endamê Serokatîya ENKSê

Nimet Dawid tekez kir ku ew ne hevpar in, bi vê birîyara kesane ya Nesir Elherîrî re.

"Encûmena Niştîmanî Kurd ev helewst nepejirandiye ji ber ku ev ne helwesta Îtîlafê ye helwesteke kesayetîye, her wiha em nebûne hevpar di biryareke bi vî rengî de."

Li alîyekî din, Dawid bal kişand ser kirîyarên komên çekdar yên bi ser ÎtÎalfê de û got "Bi vexwendineke wisa kiryarên ku bi destê komên çekdar li Efirîn û Serêkaniyê pêk tên nayên veşartin û berpirsyartiya wî jî di ber de nayê windakirin, ev daxwiyanî ne di berjewindiya gelê Sûrî de ye."

Roja 14ê vê mehê, Serokê Îtîlafa Sûrî Nesir el-Herîrî di kongreyeke rojnamevanî de daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku destêwerdana serbazî di herêmên Rêveberiya Xweser de bike û dagir bike.

Li gorî şopîneran ku helwesta ENKS ya derbarê ÎtÎlafê de wê bibe sedema nakokîyên tûnd di nava ÎtÎlafê de. Û ev hewlst didemekê de tê ku pêşbîne dîyaloga navxweyî ya kurdên Sûrî carekedin berdewam bike.

Raporta Qamîşlo 21 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG