Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûrî nerazîbûna xwe ser pêşnîyara Rûsî ya derbarê pêdarbûna alîyekî sisêyan di civînên dialoga sûrî de nîşan dide.
Opzîsyona Sûrî ragihandibû ku eger alîyekî sîyasî di civînan de amade bibin, ewê xwe vegşînin.
Serokê demkî yê ENKS Îbrahîm Biro dibêje, "ev helwest pêşîya darxistina civînan kelemeke pir mezin e."
Endamê PDKS Mehemd Îsmaîl jî dibêje, "pêşnîyarên Rûsî tê wateya ku naxwaze kongreya Cinêvê li dar bikeve."
Li alîyê din, PYD wekî ku Rûsya pêşnîyar dike, dixwaze wek alîyê sisêyan di kongreyê de amade bibe.
Şêwirmendê hevserokatîya PYD Sîhanok Dîbo dibêje, "beşdarnebûna me di kongreyê de nakeve xizmeta pêkanîna çareserîya alozîya sûrîyê."
Her du alîyên sîyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê her yek di nav şendeyên cûda de ne û alozîya pêşîya li darxistina Cinêvê ket rêza nakokîyên di navbera wan.