Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Şemdîn Behsa Hevdîtina ENKS ya bi KCKê Dike


ENKS ji alîyê Cemîkl Bayik ve hat qebûl kirin
ENKS ji alîyê Cemîkl Bayik ve hat qebûl kirin
Şandeyeke Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) do Çarşemê çûye Qandîlê û serdana Koma Civakên Kurdistan (KCK) kir.

Şendeya ENKS ku ji nûnerên 12 partîyên endam pêk dihat, ji alîyê Hevserokê Desteya Rêvebir yê KCK'ê Cemîl Bayik ve hate qebûl kirin.

Endamê wê şandeyê Elî Şemdîn ku Nûnerê Partîya Pêşverû yê Herêma Kurdistan Îraqê ye, ji Dengê Amerîka re qala wê serdanê dike.

Birêz Şemdîn dibêje, serdaneke pir erênî bû û wan derfet dîtiye ku hîn mijarên girîng bi KCK re gotubêj bikin.

Şemdîn dibêje, ragihandina kantonan wek sê herêmên cihê zîyaneke mezin gihandiye doza Kurdî û destê Kurdan li pêş opozîsyona Sûrî zeyif kiriye.

“Me ev babeta kantonan ligel birêz Bayik û rêvebirên din yên KCK’ê gotûbêj kir û ji wan re dîyar kir ku helwesta PYD ne cîh de ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG