Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve Yên Yunanistan Û Tirkiyê 14 Nîsanê li Enqerê Dicivin


Atîna 17 Adarê, Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias meha Nîsanê li gel hevpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu "Eger ku rewş destdayî be" dê li Tirkiyê bicivin, ev yek ji aliyê çavkaniyekî dîplomasî yê Yunanistanê ve roja Çarşemê hatiye piştrast kirin.

Mijara civîna li Tirkiyê di civîna berpirsên Tirk û Yunanî de li Atîna hatiye behis kirin, wezîrê derve yê Yunanistanê Nikos Dendias vexwendina hevpîşeyê xwe yê Tirk Çavuşoglu weke prensîp qebûl kirîye.

Çavkaniyê ku nexwestîye bihê eşkere kirin gotîye, herdu berpirsê roja 14ê Nîsanê, meha li pêşiya me li Enqerê bicvin.

Ajansa Reuters dide ragihandin ku wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê di preskonferansekê de eşker kirîye ku di 14 meha Nîsanê de dê li gel hevpîşeyê xwe yê Yunanî Nikos Dendias bicive, di civîna li Tirkiyê de, dê civîna herdu serokan ya serokomar Tayyip Erdogan û serokwezîrê Yunanistanê (Kyriakos) Mitsotakis, ête gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG