Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê Dijî Pervîn Buldanê Lêpirsîn Vekir


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, ser gotinên Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan yên derbarê parlamenterên ku beşdarî merasîmên binaxkirina gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), dest bi lêpirsînê kir.

Buldanê derbarê parlamenterên ku çûbûn merasîma binaxkirina gerîlayên PKK’ê gotibû ku sersaxî di çanda wan de heye

‘’Hevalên me çûn sersaxîyê. Ew di çanda me de heye. Bêguman, çûyîna sersaxîyê bo malbatên kesên ku jîyana xwe ji dest dane, yek ji berpirsîyên me yên herî mezin e’’ Buldanê gotibû.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ragihand ku ew gotinên Buldanê yên di dawîya hefteyê de di hin malper û kanalan de derketine, vedikolin.

Dadgeha Tirkîyê dijî çar parlamenterên HDP’ê yên beşdarî merasîma binaxkirina gerîlayên PKK’ê yên ji alîyê Artêşa Tirk ve hatibûn kuştin, lêpirsîn dabû vekirin.

XS
SM
MD
LG