Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Xwepêşandanên Dijî Dûrxistina Bajarvanên Kurd Didomin


Li Tirkîyê bertekên tund yên hember dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin û bi hezaran kes derdikevin kolanan ku qayuman protesto bikin.

Li Enqerê jî xwenîşandanên nerazîbûnê berdewam dikin.

Badîn Yilmaz, yek jî rûniştvanên Enqerê ku ji Amedê ye, pîşandina qayuman şermezar dike û ew biryar wek binpêkirina mafên Kurdan dibîne.

“Kurd heta qayum ji holê rabin, wê denge xwe li kolanan bilind bikin. Em jî li kolanan çalakîyan dikin. Heke em dengê xwe bilind nekin, dewlet wê pirtir ser me de were. Lazim e ku gelên Tirkîyê jî di vî alî de dengê xwe bilind bikin.”

Xwendekar Meryem Demîr jî dibêje ku dewlet dixwaze her tişt bi ya wê be, lê îdia dike ku ti kes ne di bin ewlebûnê de ye.

“Em bi dewletê bawer bûn loma em çûn hilbijartinê û me vîna xwe dîyar kir. Piştî sê mehan, dewlet dixwaze vîna me ji holê rake. Lê, emê nehêlin vîna me were binpê kirin. Ev rewşa dewletê dîyar dike ku ti tişt ne di bin ewlebûna qanûnê de ye.”

Hayrullah Ercan jî dîyar dike ku ew jiber dûrxistina bajarvanên Kurd gelek eciz e û bi destê dewletê mal û mulkên Kurdan tê pêşkêş kirin.

“Ez 52 salî me û demeke dirêj e ku deng didim. Heta niha kêmek be jî dengê me cîyê xwe didît. Niha em dibînin ku dewlet êdî naxwaze ku em vîna xwe bikar bînin. Em îrdeya xwe dîyar dikin ew jî dixwaze binpê bike, lê emê destûr nedin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG