Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê AKP'ê Ensarîoglu Ser Peyvajoya Dawî Dibêje Rewşeke Dîrokî Ye


Ensarioglu û Erdogan
Ensarioglu û Erdogan

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Salîm Ensarîoglu ser peyvajoya dawî ya li Tirkîyê got ku jibo Kurdan û Tirkan rewşeke dîrokî ye.

Ensarîoglu di hevpeyvîna Amidahaber de ku danûstandinên nû yên hikûmetê û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ji yên berê cuda ne.

‘’Ji dîyalogê zarar çênabe, ji dîyalogê mirin çênabe. Bi kêm û zêdeyên xwe dîyalog her tim rast e.’’

Wî dîyar kir ku ew bi qasî 10 rojên berê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re ser mijarên herêmî axifîye û wî dîtiye ku ew jibo çareserîyê ji dil tevdigere.

Ensarîoglu got ku ew ser gavên wan yên girîng spasîya Erdogan, Serokê Partîya Tevgera Neteweper (MHP) Devlet Bahçelî û Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan dike.

Parlamanterê AKP’ê dîyar kir ku niha Rojhilata Navîn di girjîyê de ye û ew di vê demê de bawer dike ku ewê ji danûstandinan encamên erênî derkevin.

Wî got ku divê ew di vê demê de ser karanîna peyvan baldar bin û ewê bawerîyê bi dîyalogê bînin.

Ensarîoglu dîyar kir ku ger dîyalog û demokrasî hebe ewê hem kêrî Kurdan û hem jî kêrî Tirkan were.

Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kir ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

PKK ser banga Ocalan dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere û agirbest ragihand.

Jêder: Amidahaber

XS
SM
MD
LG