Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Dixwaze Hilbijartina Entabê Were Betal Kirin


Berbijarên parlamanterîyê yên Partîya Çep ya Kesk yên li Entabê li serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dan ku hilbijartinên bajêr werin betal kirin û jinûve werin çêkirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku li Entabê li ber navên hin hilbijeran hatiye nivîsîn ku ew li sindoqê wezîfedar e û nikare dengê xwe bide.

Li gor daxuyanîyê Partîya Vatan bê ku erêkirina hilbijeran hebe bi hezaran kes wek erkdar tomar kirin û vê yekê rê li ber wan girtiye ku ew bi hêsanî dengên xwe bidin.

Partîya Çep ya Kesk dîyar kir ku wan li Entabê alîkarî daye wan kesan ku mexdûr bûne, lê mafên bi hezaran hilbijêran hatine binpê kirin.

Wê partîyê ragihand ku Partîya Vatan bi taybetî li wan herêmên ku Partîya Çep ya Kesk xurt e sextekarîyeke wisa kiriye.

Agahîyên Ajansa Anadolu nîşan didin ku Partîya Çep ya Kesk li Entabê 9,13 ji sedê dengan sitandiye û kursîyeke parlamanê bi dest xistiye.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan.

Jêder: Twitter, Ajansa Anadolu

XS
SM
MD
LG