Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Awlaqî li Yemenê Tê Kuştin


Enwer Awlaqî li Yemenê Tê Kuştin
Enwer Awlaqî li Yemenê Tê Kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Yemenê dibêje ku melayê tundrê yê Amerîkî Enwer hate kuştin û dibêje, Awlaqî ku peywendî bi hêzên El Qayda li wî welatî hebû digel çend çekdarên din yên berguman hate kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Yemenê çi pêzanînên din li ser awayê mirna wî nedan, lê jêderên eşîrata û karbidestên parastinê dibêjin, melayê Amerîkî roja Înê di êrîşeka esmanî li ser karwanekê El Qayda li rojhilata welatî hat kuştin.

Raport radgehînin ku firokên Amerîkî di wê êrîşê de hatibûn bikar anîn. Amerîka berî niha bi firokên bê firokvan êrîş li ser bingehên El Qayda kirbûn li wî welatî.

Serokê Amerîka Barack Obama got kuştina Awleqî dirbek mezine bo El Qayda û komelên ser bi wê.

Biryara girtina Awlaqî ji alîyê Amerîka û Yemenê hatibû dan bi gumana rola wî di êrîşên tirorîstî de, weku bizava peqandina firokeka Amerîkî li sala 2009 ê. Herwisa, webawer dihate kirin ku ew şîretvanek bû bo êrîşa hatiye kirin li ser bigehekê leşkerê Amerîkî li Texas û kuştina Frensîyekî li Yemenê sala borî.

Awlaqî peyandî hebû bi komela El Qayda li Zirgirava Erebî li Yemenî.

XS
SM
MD
LG