Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Mislim: Emê di Rojên Pêş de Mizgînîyên Xweş Bidin Gelê Xwe


Enwer Mislim
Enwer Mislim

Di hevpeyîna taybet ya Dengê Amerîka de Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Mislim li ser rewşa Kobanê heta agahîyên derbarê serdana xwe Herêma Kurdistanê agahîyên girîng dide.

Birêz Mislim dibêje, rewş li Kobanê baştur dibe û di rojên dawî de 5 kolanên nû ji destê Dewleta Îslamî hatine rizgar kirin.

"Şervanên YPG yên qehreman bi piştgirîya pêşmergeyan û firokên esmanî yên koalîsyonê pêşketinên girîng dest dixin û deverên nû kntrol dikin. Em bi hêvî ne ku di rojên pêş de emê hîn nûçeyên xweş bidin gelê xwe."

Mislim kêfxweşîya xwe derheqa serdana Herêma Kurdistanê dîyar dike û dibêje ew pir bi germî hate pêşwazî kirin.

"Serokomarê Îraqê Dr. Fuad Mahsum, Serokomarê berê Mam Celal û gelek şexsîyetên navdar em pêşwazî kirin û piştgirîya xwe jibo Kobanê eşkere kirin."

Enwer_Mislim_11_14_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:52 0:00

XS
SM
MD
LG