Raportorê Parlemantoya Ewrupa yê jibo Tirkîyê, Nacho Sanchez Amor dîyar kir ku banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan û hilweşandina PKK'ê, gaveke dîrokî ya pir pêşwazîkirinê ye.
“Banga îro ya Abdullah Ocalan li PKK'ê ku çekan berde û xwe hilweşîne, gaveke dîrokî ya pir pêşwazîkirinê ye, “wî di peyameke de li ser X’ ê got.
Amor ku hevdem endamê Parlemantoya Ewrupa ye anî ziman ku jibo çareserîyerek aştiyane ya pirsgirêka Kurd banga Ocalan ya roja Pencşemê xala herî baş ya destpêkirinê ye.
“Jibo egera pêvajoyeke siyasî û berfireh ku ewê li ser bingeha dîyalog û lihevkirinê pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane çareser bike, ev (banga Ocalan) xala herî ya destpêkirinê ye,“ wî got.