Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa Juan Guaido Wek Serokê Venezuela Nas Dike


Parlamantoya Ewrupa, Rêberê Rikeberîya Venezuela Juan Guaido wek serokomarê demkî yê wî welatî nas kir.

Parlamentoyê, ji endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) xwest ku heman biryarê bidin.

Bi biryara parlamantoyê sîyaseta YE’ê ya bo Venezuela naguhere, lê li ber e ku ew biryar bandorê li ser endamên yekîtîyê çêke.

Almanya, Fransa, Îspanya dîyar kiribûn ku ger Serokê Venezuela Nicolas Maduro heta dawîya hefteyê biryara lidarxistinê hilbijartinê nede ewê Guaido wek serokê wî welatî nas bikin.

XS
SM
MD
LG