Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerê Federalî Doza Hember Epstein Pûç Kir


Dadwerekî federalî yê Amerîkî îro Pêncşemê biryar da ku doza qacaxcîtîya seksî ya dijî karsazê navdar Jeffrey Epstein, ku destpêkê mehê xwe kuştibû, bi fermî were pûç kirin.

Dadwer Richard Berman got ku li gor qanûnan, ew neçar e ku dawî li doza heyî bîne.

Dozgeran ji Berman xwestibû ku doza heyî bidomîne da ku di sibêrojê de tawanên heman rengî neyên dubare kirin.

Epstein 66 salî bû û ew di 6’ê Tîrmehê de jiber tawanên qaçaxcîtîya seksîya keçên biçûk yên heta 14 salî hatibû desteser kirin, lê wî ew îdia qebûl nekiribûn.

Epstein di 10’ê Tebaxê de li hindurê girtgehê mirî hatibû dîtin û doktoran fem kiribû ku wî dawî li jîyana xwe anîbû.

XS
SM
MD
LG