Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Sudana Başûr, Çend Demjimêran Berî Referanduma Serxwebûnê

Şer li Sudana Başûr, Çend Demjimêran Berî Referanduma Serxwebûnê
Şer li Sudana Başûr, Çend Demjimêran Berî Referanduma Serxwebûnê

Karbidestên Sudana Başûr dibêjin şer û pevçûn li navbera serhildayan û leşkerê Sudana Başûr bûye egera kuştina aliyê kêm şeş kesan di nav demjimêrên berî referanduma serxwebûnê.

Efserê leşkerî Pkilîp Aguer ji Leşkerê Azadiya Gelê Sudan dibêjit ew şer li navbera milîşiyayên ser bi rêberê serhildayan Gatluk Gai û hêzên SPLA rojên Eynî û Şembiyê li wilayeta yêkgirtî ya dewlemend bi petrolê li ser tixûbê Sudana Bakûr çêbû.

Ew dibêjit di nav wî şerî de şeş endamên serhildayan hatine kuştin.

Wî karbidestê leşkerî got, serhildayên ku red kirin lêxoşbûneka ji aliyê hikûmeta Sudana Başûr ve îmza biken, dixazin referanduma serxwebûnê pek bêxin ku hatiye diyar kirin roja Yêkşembiyê bi rêve biçit.

This item is part of
XS
SM
MD
LG