Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Herêma Kurdistanê jibo Hevdîtinan Serdana Bexda Dike


Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Şandeke asta bilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êvara Yekşemê giheşte Bexdayê, Di ajendaya şandê de çend mijarên nakokbar yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dê werin gotûbêj kirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistana Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku armanca serdanê gotûbêjkirina sîyaseta gumrika Îraq û Herêma Kurdistanê û rastkirina qanûna girêdayî kontrolkirina derîyên sînorî ye.

Daxuyanîya wezaretê radigihîne ku Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab jî di nav wê şandê de.

Çend car in ku şanda Herêmê bo çareserîya pirsên aborî û sîyasî yên navbera hikûmeta navendî û Hewlêrê serdana Bexda dikin û bi berpirsên hikûmetê û alîyên sîyasî yên Îraqî re gotûbêjan dikin, lê heta niha çareserîyeke bingehîn bo pirsên heyî nehatiye dîtin.

Di Îlona 2023an de, şandeke payebilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktîya Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî serdana Bexdayê kiribû. Piştî wê serdanê, Civata Wezîrên Îraqê biryar dabû ku sê caran û her carê 700 mîlyar dînar wek deyn bişîne Herêma Kurdistanê.

Heta niha du caran ew pere ji herêmê re hatîye şandin, lê hîn 700 mîlyar dînar mane ku li benda şandinê ye. Çaverê ye ku pirsa mûçeyê karmend û xanenişên Herêma Kurdisanê mijara gotûbêjan be.

XS
SM
MD
LG