Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlêr li Pêş Fînala Kupaya Asyayê Dileyize


Tîma Futbola Hewlêrê.
Tîma Futbola Hewlêrê.

Tîma futbola Hewlêrê li qonaxa çaryeka dawî ya qehremanîya Kupaya Federasyona Asyayê serkeftineka dîrokî tomar kir.

Hewlêr roja Sêşembî li yarîgeha Franso Herîrî bi goleka bêy beramber tîma Persipura Jayapura ya Îndonesyayê têk bir.

Bi vê serkeftinê jî Hewlêr bo cara yekemîn di dîrokê de gehişte qonaxa pêş fînala Kupaya Federasyona Asyayê.

Li yarîya pêş fînalê, ku roja 18’ê meha 10 dihête kirin, Hewlêr beramberî tîma El Kuweyt ya Kuweytî dileyize.

XS
SM
MD
LG