Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Êrîşa ser Hewlêrê Şermezar Dike

Dîmeneke bajarê Hewlêrê
Dîmeneke bajarê Hewlêrê

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro Pêncşemê êrîşa dronî ya li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, şermezar kir û ew wek hewlek jibo têkdana aramîya welêt pênase kir.

Zeydî êrîşa ser Hewlêrê mîna “ hewleke tawankar” binav kir û destnîşan kir ku hikûmeta wî êrîşên ku gefê li ewlehî û aramîya civakî ya Îraqê dikin "qebûl nake."

"Ji helwesta berpirsiyarîya me ya destûrî, em êrîşa dronî ku qada esmanî ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Îraqê binpê kir, bi tundî şermezar dikin," Zeydî li ser X’ê got.

Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku hevpeymanîya bi rêberîya Amerîkayê roja Çarşemê bi dema herêmî di navbera saet 8:53 û 9:20 êvarê de 8 dronên teqemenîdar li ser Hewlêrê pênase kirine û xistine xwarê.

Serokwezîr Zeydî ragihand ku wî ferman daye dezgehên ewlehîyê yên Îraqê ku bi hêzên ewlehîyê yên Herêma Kurdistanê re bixebitin da ku rê li ber êrîşên bi vî rengî bigirin û kesên berpirsiyar dîyar bikin û rawestînin.

"Me ferman daye dezgeh û sazîyên ewlehîyê yên têkildar ku bi hêzên ewlehîyê yên herêmê, her hewlê bikin ku hemû tedbîrên pêwîst bigirin da ku pêşî li dubarebûna êrîşên bi vî rengî bigirin, û rê li ber her kesê ku hewl dide ewlehîya civaka me ya Îraqê têk bibe bigirin,” wî got.

Pîştî êrîşê tevî xembarîyên ser egera bandorbûna trafîka esmanî hatibûn ragihand jî, berpirsên navneteweyî ya Hewlêrê ji medyaya Kurdî re ragihand ku balafirgeh hîn jî vekirî ye û tevahîya firînên esmanî bi awayekî normal didomin.

Karbidestan heta niha ti kes yan kom wek berpirsîyar dîyar nekirine û hevdem ti kes yan komê jî berpirsiyarî negirtîye ser xwe.

Êrîş di demekê de balkêş de pêk hat, hevdemî bi serdana fermî ya Zeydî li Washingtonê, ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û karbidestên Amerîkî re civiya da ku xurtkirina peywendîyên her du welatn gotûbêj bike.

Hêjayî gotine ku jiber êrîşên dronî û bi roketan gelek caran navendên leşkerî, binesazîya enerjîyê û cihên têne fîkarên ser ewlehîyê Herêma Kurdistanê zêde dibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG