Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Kuştina Leşkerekî Fransî li Hewlêrê Şermezar Dike

Dîmena êrîşeke 12'ê Adarê li Hewlêrê.
Dîmena êrîşeke 12'ê Adarê li Hewlêrê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî Fransî di êrîşekê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate kuştin. Çend leşkerên din jî di heman êrîşa roja Pêncşemê de birîndar ketin.

Macron got ku ew leşker beşek bû ji hêzên Fransayê ku ji sala 2015'an ve li Herêma Kurdistanê dimînin ji bo şerê dijî rêxistina Daiş ya terorîst.

Ev êrîş di demekê de tê ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê dikevin roja 14'an.

Wezareta berevanîya Fransayê got ku kuştin û birîndarbûna leşkerên Fransî ji ber êrîşeke dronan bû. Serokê Fransayê nasnameya leşkerê kuştî eşkere kir û got ku navê wî Arnaud Frion e.

Macron got ku ev êrîş "nayê qebûlkirin," lê wî diyar nekir ka gelo Îran yan jî yek ji komên çekdar ên ser bi wê ve li dû vê êrîşê bû.

Wî got: "Şerê li Îranê nikare bibe behane ji bo van êrîşan."

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê ve dijî rejîma Îranê, Tehran û komên çekdar yên ser bi wê ve bêtirî 270 êrîşên mûşekî û dronan li Herêma Kurdistanê pêk anîne.

XS
SM
MD
LG