Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Çalakvan li Hewlêr Helwestên Dijî Rêferandumê Şermezar Dikin


Çalakvan û Rêferandum
Çalakvan û Rêferandum

Li bajarê Hewlêr paytexta Herêma Kurdistna Îraqê, doh hejmarek çalkavanên sivîl li hember ofîsa NRT TV mîtêngek encam da, çalkavanan helwesta xwediyê grûba kampaniya Naliya, Şasiwar Ebdulwahid, ya li dij rêferandumê şermezar kir.

Şasiwar Ebdulwahid Karsazekî kurde ji bajarê Silêmaniyê ye, berî çend rojan ragihabnd bû ku, ewê dest bi kampêneke NA bikin li dij rêferanduma Herêma Kurdistanê ya ku hatî plankirin û roja 25î meha Îlonê bihê encam dan.

Çalakvan didin zanîn ku kenalên Mediyayî û xwediyên wan divê bi hesasî tev bigerin û tilîya xwe nexin nava pirsên siyasî, da ku bêalîya xwe jidest nedin.

Kawe Adulqadir berpirsê Ofîsa kenalê NRT î li Hewlêr ku, mîtînga çalakvanan li hember avahiyê wan hat lidarxistin gote Dengê Amerîka, Şasiwar Ebdulwahid jibo rêfernadumek mayinde negotiye nexêr, wî sedemên kampêna Nexêr bo rêferandumê di dema nûha de zelal kirine, Şasiwar dibêje, jiber ku rewşa îroyîn ya herêma Kurdistan jibo encmdana rêferandumê ne demek baş û destdaye, ew li dije di dema nûha de rêferandum bê kirin.

Çalakvan Helwestên li dij RêferandumaêŞermezar dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG