Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hewlêrê Xwepêşandan Li Dijî Kuştina Jîna Emînî Bûn


Bi dehan kurdên Iraqî û Îranê îro Şemiyê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Îraqê li ser kuştina jîna Emînî, keça a ku di destê polîsên Îranê de jiyana xwe ji dest da, kom bûn.

Xwepêşanderên ku pankartên bi wêneyê Emînî hilgirtibûn, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kom bûn û sirûd gotin.

"Mirin ji dîktator re" wek nîşanek bo Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî.

Xwepêşûanderan her wiha durişma "Jin, Jiyan, Azadî" hildan.

Xwepêşandan beriya hefteyekê li bakurê rojavayê Îranê li ser merasîma binaxkirina Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku piştî girtina wê ji aliyê polîsên exlaqî yên ku pîvanên hicabê li ser cil û bergên jinan bicih dikin, ketibû komayê û jiyana xwe ji dest da.

Xwepêşander Namam Îsmaîlî ku Kurdeka Îranê ye ji Serdeştê, bajarekî Kurdan li bakurê rojavayê Îranê ye, got, "Emînî ji ber ku perçeyekî porê wê ji hicaba wê derketiye kuştin. Gênc daxwaza azadiyê dikin. Daxwaza mafên hemûyan dikin, ji ber ku mafê her kesî heye bibe xwedî rûmet û azadî."

Mirina wê hêrsa li ser mijarên wekî sînordarkirina azadiyên kesane li Îranê, kodên tund yên cilûbergên jinan û aboriyek ku ji ber cezayan têk diçe dîsa derxist pêş.

Xwepêşander Meyson Mecîdî ku lîstikvan û derhênereka kurd a Îranî ye û li Hewlêrê dimîne, got, "Em ne li dijî olê ne û ne li dijî îslamê ne, em alîgirê zanistê ne û dixwazin ol ji siyasetê cuda bibe."

XS
SM
MD
LG