Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Mayîna HDP'ê di Bin Bendavê Ne Metirsî Ye


Îdrîs Baluken
Îdrîs Baluken

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dema vegera xwe ya ji Rûsyayê, li nav firokê çend şîroveyên ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir.

Erdogan got ku got ku mayîna HDP’ê di bin 10 ji sedê bendava hilbijartinê jibo Tirkîyê metirsîyekê dernaxe.

Erdogan got, di sîstema demokrasîyan de herkes bi encamên ku ji sindoqan derdikeve, razî dibe.

“HDP di hilbijartinê de 80 kursî wergirtin, lê çi feydeya wê yekê çebû? Ma wan hemî deran neşewitand û nerûxand?”

Erdogan dîyar kir ku çi partî be, bila bibe, divê partîya ku di bin bendava hilbijartinê de bimîne, bi encamên hilbijartinê qayil be.

Cîgirê Koma Parlemanê ya HDP û parlamanterê Amedê Îdrîs Baluken bi tuned bersîva gotinên Erdogan da û got, dinê gîş dizane ku çawa Erdogan bi encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê razî nebû.

“Hemî dinê dizane ku piştî 7’ê Hezîranê çi qewimî. Jiber ku Erdogan nekarîbû bibûya serok û AKP jî bi sere xwe nehat ser desthilatê, ew şerê niha destpê kir. Dibe ku lîstokvanên vê lîstokê AKP be, lê nivîsêr û derhenêrê wê Erdogan e.”

Bayulken bir berdewamî got ku Erdogan bi sedema ku nekarîye 400 kursî wergire, loma Tirkîtê xistiye nav rewşeke aloz û tevlihev.

Parlamenterê Kurd bu tundî red kir ku partîya wî di binê bendava hilbijartinê de bimîne.

"Tirsa me ya bendavê tuneye. Emê di van hilbijartinan de dengê xwe hîn pirtir bikin. Erdogan di 7’ê Hezîranê de nekarî bi serê xwe desthilatdar, lê piştî 1’ê Mijdarê AKP wê nema li ser desthilatê bimîne.

XS
SM
MD
LG