Ji hilbirtanên xwecîhî yên Tirkîyê re tênê çar roj man. Serokên partîyên sîyasî li seranser Tirkîyê her roj sê mîtîngan pêk tînin û propagandaya partîyên xwe dikin.
Berbijarên şaredarîyan jî vala nasekinin û her roj zîyaretên esnafan dikin û şevan jî diherin serdana malan.
Di van hilbijartinên de jibo seroktîya şaredarîyan navên surprîz jî hene ku ji wan yek rojnamevan Erdem Gul e.
Partîya Gel Komarî (CHP) Gul jibo Şaredarîya Adalar ya bi 12 hezar hilbijeran, berjibar nîşan da.
Atmosfera hilbijartinên Tirkîyê û pirsa çima hûn derbazî sîyasetê bûn, me ji Gul pirsî.
“Ji destpêkê ve, jiber ku ev hilbijartin hilbijartinên xwecîhî ne, pêwîst bû ku em behsa projeyên xwe bikin û eşkere bikin ku emê jibo gel çi bikin. Lê, jiber ku îktîdarê kesên nav opozîsyonê wek terorîst nîşan da û hema kempeyna hilbijartinê jî ser vê yekê rêve dibe," Gul dibêje.
Gul dêyar dike ku edî li Tirkîyê rojnamevanî bûye qadeke xeter û sedema derbazbûna xwe ya nav sîyasetê wiha şîrove dike:
“Min tim jibo demokratîkbûna Tirkîyê wek rojnamevan, azadîya ramanê, azadîya xwe îfade kirinê parast û min tim yekîtîya berfireh ya opozîsyonê xwest. Mixabin em demeke wisa de derbaz dibin ku AKP'ê derfetên medyayê 95 ji sedê bi xwe girêdaye. Jiber vê yekê min hilbijatinên xwecihî weke îmkanekê dît û jibo yekîtîya herî fireh ya opozîsyonê û demokratîkbûna Tirkîyê biryar da ku ez bikevim vê rêwîtîyê.”
Gul ji xwe bawer e ku ewê hilbijartinê qezenc bike. Ew ji hilbijêran dixwaze ku xwedî moral û hêvî bin û herin ser sindoqan.