Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Edogan îro Duşemê di derbarê biryara Joe Biden ya 'Jenosîda Ermenîyan' de cara yekê axifî.
Hin beşên sereke yên Erdogan wiha ne:
"Serokê Amerîkayê Biden di derbarê bûyerên bi êş yên ku zêdetirî sedsalekê berê qewimîn in de peyvên bêbingeh, neheq û nerast bikar anî.
Em wek Tirkîye pêşbazîya êşên ku di dîrokê de pêk hatîne, mirovahî nabînin. Ev daxuyanîyana hem me hem jî endamê neteweyê me xemgîn kir.
Lê, heke rêyek wisa were şopandin, em dixwazin we bi bîr bînin ku em tenê netewe û dewleta ku bi wijdan û dilekî pak ji pêşbazîyê derkeve , em in.
Lêpirsîna bûyerên di dîrokê de û eşkerekirina rastrîyê divê ji pisporên vî karî re bê hiştin, dîrokzan, ne ji siyasetvanan re," Erdogan got.
Erdogan bang li serok Biden kir û wiha got:
" Ez hêvî dikim ku Serokê Amerîka ewê di zûtirîn dem de ji vê gava çewt vegere."
Erdogan ragihand ku wan hîn jî bo pêşnîyara wan ya damezrandina komîsyonek hevbeş ya dîrokê li ser tawanbarkirinên ermenîyan bersîvek negirtiye.
"Em difikirin ku Biden ev peyvana bi givaştinên komên radîkal yên Ermenî û yên dijî Tîrkiyê bi kar anîye. An niha ez bi belgeyan diaxifim, mîna birêz Biden naaxifim. Niha di arşîvên me de zêdeyî 1 mîlyon belge hene. Ez dipirsim ka di arşîvên Amerîkayê de çend belge hene. Em dibêjin ka werin meydanê. Lê, heya îro nikarîn bersîvê bidin bangên me. Ger hûn dibêjin jenosîd, divê hûn li neynikê mêze bikin û binirxînin, " Erdogan got.
Wî got ku piştî desteserkirên ku di 24ê Nîsanê Dewleta Osmanî kir, 'Qanû na Zagona Veguhestin û Jin û ve Bicîhkirinê' hate derxistin, û ew ji 1'ê Hezîranê ve bi bandor bû.
" Tiştê hatîye kirin, ne hemberî ne gef yan îhtîma xeterîyeke ye, lê pîvanek rasterast yae ku dijî serîrakirina ku dihat meşandin û komkujiyên zêdetir dibûn e. Bi rastî, di warê trajedîya mirovahî de, di 24ê Nîsanê de ti tiştek çênebûye.
24'ê Nîsana 1915'an tenê rojek e ku Osmanîyan rêxistinên ku bi welatên ku şer dikirin re hevkarîyê dikirin ku dijî wê kiryar dikirin, girtin û her wiha 235 rêvebirên wan girtin," Erdogan got.
Hevdem, Erdogan anî ziman ku di raporên Amerîka de jî tê gotin ku hejmara Ermenîyên ku hatine koçber û sirgûn kirin herî zêde 600 hezar kes in, lê jimara rastîn hêj kemtir e.
" Ez dipirsim di arşîvên Amerîkayê de çend belge hene, heke wusa be, ew dikare veke? Gelo li Ewrupa heye, dikarin vekin? Em dibêjin meydan li vir e, ka werin, " Erdogan got.
Erdoagan axaftina xwe wiha berdewam kir:
" Li welatê me li gelek hereman gorên komî yên Tirkên ku ji hêla Ermenîyan ve hatine qetilkirin hene, lê li ti derê hûn nikarin rastî gorên komî yên Ermenîyan werin.
Şênîya Ermenîyên Osmanî, hejmara kesên ku di pêyvajoya veguhastinê de jiber nexweşî, pirsgirêkên ewlehîyê yan di dema şerê bi hêzên ewlehîyê re de, jî,yana xwe ji dest dane, tenê 150 hezar e.
Erdogan destnîşan kir ku ji van 150 hezar kes her kes gîyanek e û hejmarek girîng e ku dîrokzan û siyasetvanên Ermenî bixwe dipejirînin ku hejmarên rastîn bi zêdekirina yek sifirê hatine bilind kirin.
Herwiha Erdoagn balkişand ku di derbarê îdayên Ermenîyan de ti delîlek berbiçav tune ye, û biryareke dadgeha navneteweyî jî tune.
"Amerîka û welatên Ewrupî, bi cîh girtina digel buhtan û derewên wan kesên ku ji axaftina bi belgeyên dîrokî direvin, ne ku tenê dijminatiyê nîşanî me didin, lê hevdem, li zanistê jî îxanetê dikin, " Erdogan got.
Wî got ku ew haydar in ku jibo pêkanîna xewneke ku mîna xewnên sedsalekê berê ji cihê ku rêxistinên Ermenî hiştine, tê hewldandin ku di 40 salên dawî de, bi karanîna rêxistina terorê PKK'ê jinûve were zindî kirin.
"Em dixwazin, bi çi awayê ku were ava kirin bila bibe, bi dewleta Ermenî re peywendîyek cîrantîya baş saz bikin.
Ji bo vê, di 16 salên dawî de me her gavên fedakrîyên avêt, mixabin, me bersîveke ji dil ji bo van gavan nedît, " Erdogan got.