Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejek bi Hêza 5.9 li Herêma Buşehir Ya li Başûrê Îranê Pêkhat


Arşîv: Dîmenên Erdheja Masjedsoleyman- Iran 2019
Arşîv: Dîmenên Erdheja Masjedsoleyman- Iran 2019

Roja Yekşemê herêma Buşehir yê başurê Îranê rastî erdhejek di pileya 5.9 ji pîvanên Rîchter hat, ku bingeha navokî ya Îranê li wê herêmê ye, li gorî televizyona dewletê hêjî ti raportên derhal yên debarê ziyanên mezin nehatine ragihandin.

Bingeha erdhej lê pêkhatî bajarî Rig e, nexweşxaneyên li bajêr û parêzgehên dewrûber ketine di rewşa amadebaşiyê de, berpirsekî gotiye TV ku 50 ambolans ligel tîmên rizgarkirinê jibo herêma erdhejê hatine şandin.

Berpirsê herêmî Gholamreza Mehrjou gotiye TV ku av, kehreba û Înternêt bo herêmê vegereyane û xelkê ku ji tirsa erdhejê ji malên xwe derketbûn "Car dî vegeriyan malên xwe."

Berpirsekî dewletê gotiye ajansa Reuters, ti ziyanek negiheştiye komlegeha atomî ya Bûşehir ya ku li ser avên kendava Îranê ye.

Bingeha erdhejê 100 kîmetran dûrî komelgeha Buşehir ya atomî û bi kûratiya tenê 10 kîlometran pêkhatiye, weke çavkaniyên mediya Îranê dibêje.

Mediya Îranê gotiye piştî erdhejê 16 têkhejiyanên din yên weke derencamên erdhejê çêbûne ku li hin gundan dîwarên ji tabukên axê hatine çêkirin heriftine.

Serokê zanîngeha Buşehir Saîd Kaşmîrî gotiye mediya Îranê 5 kes li Gonaveh birîndar bûne û ew veguhastine nexweşxanê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Îran yek ji welatên herî zêde rastî erdhejan tê, sala 2003ê li herêma Kerman erdhejek ya di hêza 6.6 ji pîvanên Richterî pêkahtbû 31.000 kes mir bûn û bajarê Bam yê dîrokê wêran kirbû.

XS
SM
MD
LG