Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê: Malbatên Helebê Piştî Erdheja Wêrankar Şevên Xwe li Derveyî Malan Derbaz Dikin


Dîmenekê erhejê li Helebê
Dîmenekê erhejê li Helebê

Roja Pêncşemê, Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR)wêneyên welatiyên Sûrî weşandin ku di nav baxçe û qehwexaneyan de radizên piştî erdheja wêranker ku bi hezaran kes mirin û bi deh hezaran birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî di daxuyaniyekê da li ser Twitterê got: "Hejmarek malbatên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji tirsa erdhejê xwe spartin qehwexaneyan."

Wî anî ziman ku herwiha hin "malbat hatin dîtin ku şeva xwe li baxçeyên bajarê Reqayê derbas dikin ji bo ewlekarî û ji tirsa erdhejan" piştî ku malên wan di encama erdhejê da ziyan dîtine.

Hejmara kuştiyên erdheja wêrankar li Sûriyê gihîştiye herî kêm 3,480 kesan, û ji wan jî, 1,570 kes di nav deverên ku di bin destê rêjîmê da ne, piraniya wan li Laziqiyê û Helebê ne, û 1,910 di nav deverên opozisyonê dane, ji wan jî herî kêm 800 kes li Cindirsê, û 161 li bajarê Atarib li gundewarên Helebê, ji bilî herî kêm 3,000 kes birîndar bûn," weke Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov dibêje.

Çavdêriya Sûrî bal kişand ser wê yekê ku di encama erdhejê de "nêzîkî 100 bajar, bajarok û gundên naverast, bakurê rojava û rojavayê Sûriyê ziyan dîtine."

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku "nexweşxane û tîmên tendirûstî, ji bilî tîmên rizgarkirinê, hîn jî bi hemû hêza xwe kar dikin, piştî ku erdheja berbanga roja Duşemê, 6ê Sibatê rûdayî, lê ji ber qebareyê mezin yê felaketê ew nekarîn her tiştî bikin û her deverê bişopînin, herwiha nebûna alîkariyên weke bildozer û alavên kulan û hilandina xirbeyan û kîm hejmariya karmendan ji bo derxistina kesên asê mane.

Hat tekez kirin ku "hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber nekarîna tîmên tendirûstî ji bo rizgarkirina jiyana birîndaran ji ber kêmasiya mezin ya pêdiviyên pizîşkî û hewarçûnê û dermanan, û derengketina gehiştina tîmên hewarhatinê ya herêmên ku herî zêde ziyan gehiştîyêb."

XS
SM
MD
LG