Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 100+ Sa'tan ji Erdhejê Xebatên Rizgarkirinê Dom Dikin


Dîmenekê rizgarkirina qurbaniyên Erdhejê li Mereşê
Dîmenekê rizgarkirina qurbaniyên Erdhejê li Mereşê

Vîdyoyên kêfxweş yên xebat û helmetên rizgarkirina zarokan gelek demjimêran piştî erdheja wêranker, ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran birîndar bûn, li ser medyaya civakî belav bûn, di nav berdewamiya hewildanên ji bo lêgerîna kesên rizgarkirî yên di bin xirbeyan de li Tirkiye û Sûriyê.


Li gorî ajansa nûçeyan a Anatoliyê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li Tirkiyê karîbûn "zarokê bi navê Alî ji bin kavilên avahiyekî li eyaleta Hatayê derxin, 87 demjimêran piştî erdheja ku li başûrê Tirkiyê qewimî".

Di twîtekê de dîmen hatin weşandin û dibêje "Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê 87 saet piştî erdheja ku li başûrê Tirkiyê rû da, zarokê bi navê Alî yê li eyaleta Hatayê ji bin kavilên avahiya xwe derxistin.'


Di vîdeoyeke din de "Li Hatayê zarokekî ku 72 saetan di bin xirbeyan de ma" hat xilaskirin.

Roja Pêncşemê, vîdyoyek ji rizgarkirina "keçeka 5 salî ya bi navê Hazal, 72 demjimêran piştî erdhejê" belav bû.

 Li Hatayê 4 Kes ji Avahiyên Hilweşiyayî Tên Rizgar Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

Li gor nûçegihanê Dengê Amerîka Araf Aslan li başûrê Tirkiyê roja Înê jinek û 3 zarok (4 kes) ji bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî yên erdhejê li bajarê Hatayê hatin rizgarkirin.

XS
SM
MD
LG