Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hejmara Qurbanîyên Erdheja Hêzdar ji 300 Borîye


Birîndarên erdhejê li Kîrmanşan tên birîndar kirin
Birîndarên erdhejê li Kîrmanşan tên birîndar kirin

Reuters ji zarê medya dewleta Îranê radigihîne ku pirtir ji 336 kes di encama erdheja bi hêza 7.3 de, li wî welatî hatine kuştin û tîmên hawarçûnê hewlên xwe didomînin ku kesên bin kavilan de mane, rizgar bikin.

Televîzyona dewleta Îranê dide zanîn ku nêzîkî 4000 kesên din jî di erdhejê de birîndar bûne, lê tirs heye ku hejmara kuştîyan zêde bike jiber ku hîn tîmên hawarçûnê negiheştne herêmên dûrdest yên Îranê.

Erdhej li jimareke istanên Îranê hate hêst kirin, lê Kîrmanşah zarara herî mezin dît. Li devera Serpole Zahab ya wê istanê pirtir ji 236 qurbanî hate ragihandin.

Karbidestên Kurdên Îraqê jî ragihand ku 6 kes di encama erdhejê de hatine kuştin, herî kêm 68 kesên din jî birîndar bûn. Li Herêma Kurdistanê, zîyana herî mezin li devera Derbendixan ya nêzî sînorê Îranê qewimî, 10 avahî hilweşîn û tekane nexweşxanê bi giranî zîyan dît.

Wezîrê Saxlemî ya Herêma Kurdistanê Rekawt Hama ji ajansê re got ku pirtir ji 30 kes li Derbendixan birîndar bûne û rewş hîn jî krîtîk e.

Li bajarê Helebcê jî zarokekî 12 salî di encama ketina kabloyên elektrîkê de jîyana xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG