Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girava Cava ya Endonezya Erdhejek Pêk Hat


Endonezya (arşîv)

Li beravên Girava Cava ya Endonezya bi pileya 6,5 erdhejek pêk hat. Karbidestan ragihand ku hîn ti metirsîya tsunamî çênebûye

Navenda Lêkolînên Jeolojîk yên Amerîka, dîyar kir ku erdehj 52 kîlometre li başûrê rojavayê Tasikmalaya, 92 kîlometre li binî erdê pêk hatiye. Navendê da zanîn ku pileya erdhejê 6,5 e.

Navenda Tsunamî ya Pasîfîk ragihand ku piştî erdhejê ti metirsî bo tsunamî çênebûye. Ajans radigihînin ku jiber erdhejê hin avahî hilweşîyane û nexweşxaneyek jî hatiye vala kirin.

Li gor agahîyên pêş, di erdhejê de 1 kes jîyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG