Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdheja Meksîka de 90 Kes Jîyana Xwe ji Dest Dan


Karbidestên Meksîka ragihand ku hejmara kuştîyên erdheja roja Pêncşemê, ku pîleya wê 8.1 bû, giheştîye 91'an.

Firokên kargo yên dewletê alavên alîkarîyê dibin herêmên erdhejê. Leşkerên Meksîka xwarinê li sîvîlên herêmê belav dikin.

Jiber tirsa erdhejê sîvîl hîn jî li derve radikevin. Piştî erdheja bi pîleya 8.1, gelek peyhate pêk hatin.

Do Yekşemê jî erdhêjeke bi pîleya 5.2 pêk hat û xebatên lêgerinê bo demekê rawestîya.

Karbidestên herêmî dîyar kir ku piştî erdheja roja Pêncşemê, bi qasî 800 peyhate pêk hatine. Navenda Jeolojî ya Amerîkî jî da zanîn ku ji 60 zêdetir erdhejên ji 4,5'a mezintir çêbûne.

Serokê Meksîka Pena Nieto dîyar kir ku karbidest hewil didin ku pêwîstîyên xwarin vexwarinê çareser bikin. Neito got ku ewê dest bi xebatên jinûve sazkirinê bikin.

XS
SM
MD
LG