Lînkên eksesibilîtî

Hejmara Mirîyên Erdheja Herêma Kurdistanê 200 Derbaz Kir


Li Helebce, piştî erdhejê

Li sînorê Herêma Kurdistana Îraqê û Îranê, do Yekşemê bi şev erdhejeke bi pileya 7.3 rû da.

Saziyên vekolînên jeolojik dîyar dikin ku navenda erdhejê herêmeke di navbera Silêmanî û Helebce de ye.

Jiber erdhejê, him li Îranê him jî li Herêma Kurdistanê mirin çêbûn.

Kanala dewletê ya Îranê da zanîn ku 207 kes li Kirmanşah ya li ber sînorê Îraqê jîyana xwe ji dest dane û 1700 kesên din jî birîndar bûne.

Medya Îranê dîyar dike ku li Qesri Şîrîn û Serpol Zehap ya Kîrmanşahê zararên mezin çêbûne û tekane nexweşxaneya Serpol Zehapê bi erdhejê re hilweşîyaye.

Karbidestên Îraqî jî ragihand ku bi kêmî ve 4 kes jiber erdhejê jîyana xwe ji dest dane û li gundên dora Silêmanî gelek avahî hilweşiyane.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG