Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefên Xwe yên Hember Kurdên Sûrîyê Didomîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê ragihand ku ew bi biryar in ku “korîdora terorê” ya li rojhilata Firatê paqij bikin, bê ku li benda encamên danûstandinên ser herêma ewle yên bi Amerîka re bimînin.

“Yên ku bawerîya xwe bi hêzên bîyanî anîne wê li bin erdê werin binax kirin. Emê ji kêşeya terorê re çarserîyeke mayînde bibînîn,” Erdogan ji endamên partîya xwe re got.

Tirkîyê Çarşemê ragihandibû ku ew ji peşnîyara nû ya Amerîka ya ser herêma ewlê li Sûrîye nerazî ye.

Wezîre Dervê ye Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku divê ser mijara herêma ewle reketinek çêbe, jiber ku edî sebira wan nemaye.

Çavuşoglu herwiha gotibû ku Washington di helwesta xwe ya ser avakirina herêma ewle de ne ji dil e, jiber ku dema Jefferey di Wezerata Derve ya Tirkîye de cîvîya, karbidestên leşkerî yên Amerîkî ji bi YPG'ê re dicîvîn.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar roja Pêncşemê bi karbidestên leşkerî re civîbû ku hûrgilîyên operasyoneke leşkerî ya hember rojhilata Firatê gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG