Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Erdogan Dixwaze Serdana Qatarê Bike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bîn Hemed el-Sanî (Arşîv)
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bîn Hemed el-Sanî (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê serdana hevalbendek sereke ya herêmî Qatarê dike.

Serdana Erdogan di dema ku aborîya Tirkîyê rûbirûyê kirîzeke mezin e, pêk tê; jiber daketina nirxê Lîrayê Tirk ya dîrokî û bilindbûna enflasyonê rûbirûyê kirîzeke mezin e, piştî ku Erdogan tevî rexneyên berfireh ser hev rêjeya faîzê ku wî dixwest kêm kir.

Hevdem, Doha û Enqereyê îro dîyar kirin ku di dema serdana Erdogan ya Qeterê de, ewê bi dehan peyman werin îmza bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di preskonferanseke ya li Dohayê diyar kir ku ti plana Tirkîyê tune ye ku ji Dohayê alîkarîya aborî bixwaze.

Hevtayê wî Şêx Muhammed bin Abdulrehman el-Sanî jî got ku Qatar li derfetên ku jiber kêşeyên aborî yên Tirkîyê derketine holê, dinirxîne.

Ji alîyê din ve ajansa Reutersê ragihand ku Erdogan xwestiye ku bi Prensê Cîgir Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman re jî, li Qatarê hevdîtinêbike.

Dihat çaverê kirin ku Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman (MBS) roja Çarşemê biçe Dohayê.

Karbidestekî Tirk û berpirsekî welatê Kendavê ku ji planên serdanê agahdarin hene, ji Reutersê dane zanîn bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Mihemed Bîn Salman ya li Qatarê, nîqaş hatine kirin.

Karbidestekê Tirk ku xwestiye navê wî neyê eşkere kirin, gotiye ku " bername li hev nehatin, jiber vê yekê xuya nake ku ewê di vê hefteyê de civînek berfireh were kirin."

Lê, wî daye zanîn ku dibe ku ev civîn di demek nêzîk de dema ku bername li hev bikin pêk were."

Lê mimkun e ku ev civîn di demek nêzîk de dema ku bername li hev bikin pêk were, jiber ku dema pirsgirêkên herêmî çareser dibin, 'gelek derfetên hevkariyê' hene.

Heke, hevdîtina di navbera Erdogan Prensê Cîgir MSB pêk were; piştî kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî ya di 2018'an de li Balyozxaneya Erebîstana Saudî ya li Stenbolê, ewê bibe civîna yekê ya her du rêberan.

Hikûmeta Erebistana Saudî heya niha bersîva daxwaza Reutersê ya bo şîrovekirina nûçeyê nefaye.

XS
SM
MD
LG