Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan : BDP pişta xwe ji terorê distîne


Recep Tayyip Erdogan.
Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi armanca mîtînga AKP ya hilbijartinê, li Colemêrgê bû. Wezîrê Navxwe yê Tirk Osman Guneş, Wezîrê Dewletê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Tendûristiyê Recep Akdag, Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker jî bi Erdogan re hatin Colemêrgê. Esnafên bajêr, ji bo hatina serokwezîr protesto bikin, derebeyên dikanan girtin. Serokwezîrê Tirkîyeyê li hemberê vê dimenê bertek nîşan da û got ku “ ev bixwe ne bizava protestoyê ye, xuyaye ku bi dare zorê dikan hatine girtin.” Serokwezîrê Erdogan bang li Colemêrgîyan kir da ku sîyaseta xizmet û îstîsmarê lihevdû nexin û wan ji hev zelal bikin.

Serokwezîrê Tirkîyeyê di ber PKK û BDP got ku ewê fersendê nekin destê ew alîyên ku dixwazin li ser vî welatî perçebûynîke pêk bînin. Erdogan weha dewam kir “ bi destê şaredarîyan, bi gefan derebeyan didin girtin. Hun nikarin ji vê yekê re bêjin bizava protestoyê, xuyaye ku bi dare zorê derebe hatine girtin, Ev astengîye li pêşîya azadîya bazar gel e. Hun qala kîjan demokrasî, azadî û mafên bingehîn dikin?”

Serokwezîrê Tirkîyeyê xizmetên şaredarîya Colemêrgê jî rexne kir û got “ dema ku ez li kuçe û kolanên bajêr gerîyam, min ji mirovatîya xwe fedî kir. Ne rê hene, ne jî xizmetên binesazî. Pereyên ku em ji bo xizmetê dişînin, nizanim diçin kuderê, ev şaredarîyeka çawaye, ez nizanim?”

Recep Tayyip Erdogan dîyar kir tenê bi rêxistin û çeteyan tênakoşin, di berda li ber polîtîkayên înkarê jî radibin û di heman demê da ji bo ronîkirina kuştinên bêseroberî jî ketine nav hewildanan. Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku azadîya bi kurdî axaftin, di dema hikumeta AKP da rû da ye herwiha qanala televîzyona dewletê ya 24 saet weşana kurdî dike, dîsa di dema AKP de hatîye vekirin. Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Zanîngeha Hekkarê ya ku konferansên navnetewî lidardixe jî, di dema hikumeta AKP de hatîye vekirin.

Serokwezîrê Tirkîyeyê got ku tundutujî ji êş û xemgînîyê pêştir tiştek nade, herwiha teror jî bilî tundutujî û hêjarîyê tiştek neanîye. Erdogan weha dewam kir “ Ka xêra terorê gihîştîye kê? Hilbijartin ne fotbol e, deng namus e, xîret e kî ji we re xizmetê bike, dengê xwe bidine wan. Bi tirsê kes nagê cîhekî, kevir û molotofkokteyl tu pirsgirêkekî çareser nakin, maf û azadî bi van rêyan bidest nakevin. Emê pêşîya polîtiqayên îstîsmarê bibrin.”

Serokwezîr Erdogan dîyarkir ku ew li hemberê polîtîkayên inkar, red û asimîlasyonê derketine, herwiha di AKP de ji 60’î zêdetir parlameterên kurd hene heta ku çend wezîr jî kurd in. Recep Tayyîp Erdogan got, “Çolemerik yanê Hakkari, Gever yanê Yüksekova, Navşar yanê Şemdinli, Çele yanê Çukurca ne. Heta demekî bilêvkirina wan qedexe bû. Em ji wan rojan gihîştin îro.”

Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir ku partîyên opozîsyonê MHP-CHP-BDP ji bo pengava çareserîyê asteng bikin, piştgirîya hev kirine. Erdogan got ku rewşa herêmê ya ku ber bi nexweşîyê va diçe sucê BDP’ê ye. Serokwezîrê Tirkîyeyê weha dewam kir “ dibêjin ku xwedê bela ew kesan bide ku bi xwînê sîyasetê dikin. Hun vê gotinê bi kîjan ruyê dibêjin? Tev ji bela we ye ku îro welatîyên me nikarin li bajarên xwe bi azadî bigerin û dikanên xwe vebikin. Ka li kuderê tiştek wusa buye, radibin li gorî xwe sê roj şîn îlan dikin û derebeyan didin girtin.” Erdogan got “ger BDP hebe, teror jî heye û ew pişta xwe ji terorê distîne. Ger hun ji dil demokrasîyê dixwazin divê helwesta xwe zelal bikin û îlan bikin ku PKK teror e.” Erdogan got BDP nikare tiştek wusa bike jiber ku ew pişta xwer ji PKK distîne.

Demekî berê ji alîyê BDP bizavên bê îtatayî sivîl hatibûn destpêkirin. Di çarçoveya van bizavan de nimêja li pişt meleyên dewletê jî hat protestokirin û li şuna camîyan, li pey meleyên kurd, li kuçe û kolanan de nimêja xutba înê dihat kirin. Serokwezîrê Tirkîyeyê di derbarê vê bizavêda jî axivî û got “Me bawerîya xwe anîye ku emê carekî bimrin û piştî mirinê li dinya heq carekî dinê emê bican bibin. Lê ew ji vê yekê bawer nakin û dibêjin ku bi darê zorê Îslamîyet li ser wan hatîye ferzkirin, heta ku dibêjin ola kurdan Zerduştî ye. Îca radibin dibêjin li pişt meleyên dewletê nimêj nekin. În roja cimaatê ye, ên ku bawer nakin, ne di vê hesasîyetê da ne.” Erdogan dîyarkir ku 12 Hezîranê ewê bibe roja bersivê ji bo ew alîyên ku ola îslamî îstîsmar dikin. Serokwezirê Tirkîyeyê ji Colemêrgê derbasê Ruhayê bû.

Ji alîyê dinêva Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr di derbarê gotinên Erdogan yên ku li ser şaredarîya Colemêrgê serf kiribû got “ Serokwezîr diçe kuderê derewan dike. Ji sala 2002 heta 2007’an, butçeya hikumeta AKP ya ku ji 21 şaredarîyên kurdan re şandîye, qasî butçeya bajarê Bursayê nake. Herwiha ji bo İstanbolê di salê da 21 katrilyon TL tê veqetandin lê ji bo Bajara Dîyarbekirê ya ku ji 5 şaredarîyan pêk tê tenê 220 milyon TL hatîye şandin.”

XS
SM
MD
LG