Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew Dixwazin Ser Qanûna Bingehîn a Nû Lihevkirinek Hebe


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîneke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de got ku ew jibo guherandina qanûna bingehîn bi awayekî samîmî tevdigerin.

Erdogan dîyar kir ku ew dixwazin ku ser qanûna nû lihevkirinek çêbe.

‘’Em jibo qanûna nû ji dil diaxifin û em jibo lihevkirinê jî dikarin danûstandinan bikin. Werin em ji Tirkîyê bi hev re ji eyba qanûna bingehîn ya derbeyê xelas bikin.’’

Wî got ku ew bang li muxalefetê dikin ku li şûna ku pesna qanûna bingehîn ya derbeyê bide bi awayekî eşkere pêşnîyarên xwe bêje.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ku rêberê opozîsyona serekî ye, di rojên borî de ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotibû ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li gor qanûnê tevnagere û ew di van şertan de ser çêkirina qanûneke nû ne geşbîn in.


"Ger partîya desthilatê li gor qanûna bingehîn tevbigere emê pirtir nêzîkî danûstandinên ser çêkirina qanûneke nû bibin. Niha em ji vê yekê pir dûr in,’” Ozel gotibû.


Gotinên Ozel li vê demê rast tên ku CHP ya sekuler û li navendê bi rêjeya dengên xwe yên hilbijartinên 31’ê Adarê AKP ya konservatîf, ku pirtir ji 20 sal in li desthilatê ye, cara pêşî derbaz kiriye.


Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş dibêje ku 95 ji sedê dengên hemwelatîyên Tirkîyê li parlamanê tê temsîl kirin ku ew jî jibo pirdengîyê rêjeyeke baş e.


Kurtulmuş dîyar dike ku her çiqas îtîrazên hin partîyan hebin jî ew vê yekê fehm dikin û ew bi awayekî geşbîn li danûstandinan dinêrin.

Agahîyên parlamana Tirkîyê nîşan didin ku li parlamanê 14 partîyên sîyasî hene û 6 partîyan jî li parlamanê kom çêkirine.


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku wek partîyeke pro-Kurd tê zanîn, dîyar dike ku ew bi awayekî erênî li çêkirina qanûneke nû dinêre, lê dibêje divê ew qanûn nebe qanûna desthilata AKP’ê.

Berpirsên DEM Partî dema bi Kurtulmuş re kom bûn ji wî re fikarên ser girtîyên sîyasî û erkdarkirina qayuman û perwerdeya bi zimanê zikmakî gotin.

Jêder: ANKA, Ajansa Mezopotamya, NTV, TBMM, Reuters

XS
SM
MD
LG